Hat ragihandin ku firokeyên artêşa Sûriyeyê li Helebê bi bombeyên warîlê êrîşî herêmên di destê Muxalifan de kir. Di êrîşan de 11 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji rayedarên parastina sivîl hatin girtin, firokeya artêşa Sûriyeyê li Helebê bi bombeya warîlê êrîşî firineke li taxa Ensariya ku di destê muxalifan de ye kir. Di bûyerê de 5 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn. Rayedaran gotin ku piştî êrîşê di firinê de şewat derket.
Ji aliyê din ve li herêma Şeara bajarê Helebê êrîşa bombeya warîlê hat kirin. Di êrîşê de 6 sivîl mirin, 10 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji ber êrîşa hewayî di ambûlansek û gelek wesayîtan de xisarek çêbû. Her wiha birîndar rakirin nexweşxaneya sahrayê ya herêmê.