Hat ragihandin ku ji bilî nexweşan koçkirina ji herêma bakurê Sûriyê ji bo welatên cîran hat qedexekirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê bidest xistin ji ber ku ji bakurê Sûriyê gelek welatiyan koçî welatên cîran jî kirin hêzên YPGê biryar dan ku pêşî li koçkirinê bigirin.
Li gorî vê biryarê ji îro pê ve ji bilî nexweşan û kesên ku hevcehiyên wan ê pêwist hene dê tu kes nikare welêt biterkîne.
Ji bakurê Sûriyê welatî piranî koçî bakurê Iraqê dikin. Di van rojên dawî de gelek welatiyên Sûriyeyî ji deriyê sînor ê Sêmelkayê derbasî herêmê bûn û di kampan de hatin bi cihkirin.