Türkan Tosun
07 Tebax 2018•Rojanekirin: 07 Tebax 2018
PARÎS
Hat ragihandin ji ber ku li ser Keleha Bregançonê ya ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron lê tetîlê dike û bêhna xwe dide wesayîta asîmanî ya bêmirov (ÎHA) hat firandin, der barê berpirsyaran de lêpirsîn dan destpêkirin.
Li gor nûçeya Le Parîsîenê, Macron ji roja înê pê va li Keleha Bregançonê behna xwe dide, li ser kelehê ÎHA hat firandin.
Di nûçeyê de hat gotin Qesra Serokomariyê ya Fransayê ji ber vê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.
Der barê kesên ku ÎHA bi kar anîne, piştî ku hatine tespîtkirin çi li wan hatiye de tu agahî nehat dayîn.
Keleha Bregançonê di nîvê ewil a sedsala 17emîn de hatiye çêkirin. Serokomarên Fransayê ji bo tetîlên xwe yên fermî diçin kelehê bêhna xwe didin. Keleh li Behra Spî li ser giravekê ye, lê bi hin xebatan ve bi bejahiyê ra hat girêdan û pîsta firokeyan lê hat çêkirin.
Di sala 2015an de li ser Qesra Alyseeyê ya Parîsê çend kêliyan ÎHAyek hatibû firandin. Piştî vê dozgeriyê lêpirsîn dabû destpêkirin.