Haydar Şahin
07 Tebax 2018•Rojanekirin: 07 Tebax 2018
WELLINGTON
Federîca Mogherîniya Nûnera Bilind a Ewlekarî û Têkiliyên Karên Derva ya Yekîtiya Ewropayê (YE) diyar kir ku YE teşwîq dike ku bazirganiya bi Îranê ra were zêdekirin.
Mogherîniyê Zelandaya Teze ziyaret kir û li vê derê daxuyanî da û got em teşwîq dikin ku bazirganiya bi Îrana li ser teehûdên nukleerê were zêdekirin.
Mogherîniyê got em bawer dikin ku peyman bi kêrî aştiya herêmê û dinyayê tê, ji bo ku qezencên aboriyê yên gelê Îranê bi dest xistibû dewam bikin û Îran li ser peymanê bisekine çi ji destê wan tê dikin.
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê hin mueyîdeyên li dijî Îranê yên di çarçoveya peymana nukleerê da hatibûn rakirin dîsa pêk tîne.
Pakêt li gor saeta Washingtonê di saet 00.01ê (li gor saeta herêmî ya Tirkiye 07.01) da ketibû rewacê, li gor pakêtê, Îranê negihêje dolarê Amerîkayê, nikaribe tehwîlên dewletê bifroşe, bi zêr, pola, alumînyum, komir û madenên bi qîmet bazirganiyê bike, nikaribe teyareyên rêwiyan û parçeyên wan îtxal bike.
Trump di 8ê gulanê da ji peymana ku Barac Obamayê selefê wî di sala 2015an da bi Îngiltere, Almanya, Fransa, Rûsya û Çînê ra îmze kiribû vekişiyabû.