Li Pekîna paytexta Çînê ji bo kesên metroyê bi kar tînin cil û bergên ecêb ên bala merivan dikşîne li xwe nekin, hişyarî hat dayîn.
Di nûçeya ajansa Şînhûayê de hat ragihandin ku rayedarên Trafîkê yên Şaredariya Pekînê ji bo rê li ber îzdihamê bigirin biryareke wiha dan lewra dema tiştekî ecêb hebe û her kes berê xwe bide wî aliyî dibe ku îzdiham çêbibe.
Ji xelkê hat xwestin ku bila bi komî tevnegerin û tevgerên wiha ne qedexe ne lê rêwiyên metroyê bi kar tînin divê xwe ji tiştên wiha dûr bigirin.
Hat gotin ku rayedarên ewlehiyê ji 1ê gulanê vir ve di metroyê de dest bi venêrînê kirine û heta niha midaxeleyî 83 bûyeran kirin.
Li Pekînê rojê nêzî 10 milyon kes metroyê bi kar tînin û hat xwestin ku ji bo ewlehiyê bila her kes bi baldar be.