İSTANBUL
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, di destpêka ajotinên cerinbandinê yên Marmarayê de got ku ev proje bi tenê ne ya Îstanbul û Tirkiyê ye, di heman demê de ev proje dê xeta di navbera Pekîn û Londrayê de jî bi hev re girêbide û wê bi xeta Kars-Tîflîs-Bakuyê ve jî bike yek kirin.
Piştî birîfînga Wezîr Bînalî Yildirim Erdogan axivî û got: "Heke em bibêjin ev projeya sedsalî ye, ev ne rast e. Di rastiyê de ev projeya sedsalan e. Lewra em, yekem car projeyeke wiha pêk tînin." Serokwezîr diyar kir ku di 29ê çiriya pêşîn ya 2013an de dê Marmaray dest bi xizmetê bike.
Erdogan, diyar kir ku bi xêra Marmarayê dê hatûçû dakeve bin erdê, di nav mehek û nîvê de dê xebat biqedin û Marmaray wek xewna 150 salî bi nav kir.
Erdogan, axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev projeya bapîrê me bû, pêkanîna wê bû nesîbê me. Em ê îro bi Marmarayê ji parzemîna Ewropayê derbasî parzemîna Asyayê bibin. Ev proje bi tenê ne ya Îstanbul û Tirkiyê ye, di heman demê de ev proje dê xeta di navbera Pekîn û Londrayê de jî bi hev re girêbide û wê bi xeta Kars-Tîflîs-Bakuyê ve jî bike yek kirin. "
Erdogan, dest nîşan kir ku bi Marmarayê dê di saetekê de 75 hezar rêwî biçin û bên û ji 2 deqîqeyan carekê dê trênek rabe. Bi Marmarayê di birin û anîna rêwiyên Îstanbulê de dê rêjeya tirênê ji sedî 8an derkeve ji sedî 28an.
Serokwezîr Erdogan, da zanîn ku berê ev trên ji derveyî Tirkiyê dihatin kirîn lê niha li Adapazari û Eskîşehîrê têne çêkirin û diyar kir ku hewl didin ku xeta trêna lezgîn a navbera Eskîşehîr û Îstanbulê heta 29ê çiriya pêşîn biqedînin.