DİYARBAKIR
Li Diyarbekirê bi tevkariya 6 şaredar û 3 komeleyan, bi navê ''Ji bo jiyaneke nû pê li pedalan bikin'' dê tûra pisqilêtê bê lidarxistin.
Tûra pisqilêtan bi tevkariya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê di gel Kayapinarê, Sûr, Baglar, Yenîşehîr û Şaredariya Batmanê; Komelaya Dardanîna Diyarbekirê, Komeleya Pisqillêtajo ya Diyarbekirê û Eko-Jînê dê sibê ji Tûnceliyê tûra pisqilêtan dest pê bike. Tûr dê heta 25ê tebaxê bidome û li Hewlêrê bi dawî bibe.
Tûra pisqillêtan ji bo zanîna berpirsiyariya xwezayê dê bê kirin. Di vê tûrê de der barê tevgera ekolojiyê de dê welatî bên agahdarkirin. Di vê çarçoveyê de dê fîlm bên pêşkêşkirin. Tûr 17 roj dê bidome.