ERBİL
Leglegên li Mizgefta Hanekê ya Hewlêrê ku wek nîşaneya aştiyê dihatin qebûlkirin, koç kirin. Li ser koça leglegan Walîtiya Erbîlê (Hewlêr) leglegên nû anîn û bi cih kirin.
Wextek sînorê şerê di navbera Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê de li devera Mizgefta Hanekeyê bû ku çendekê du legleg hatibûn li ser minareya wê veniştibûn. Gelê li wir navê van leglegan danîbû leglegên aştiyê. Lê belê ev her du leglek ji wir koç kirin. Li ser vê yekê Walîtiya Hewlêrê kete dewrê û du leglegên din anî û danî cihê leglegên berê.
Walî Nevzat Hadî daxuyand ku sedema çûna leglegan nayê zanîn lê du hebên nû sitandine û danîne cihê wan.