22 Adar 2017•Rojanekirin: 23 Adar 2017
CENEVRE
Li Cenevreya bajarê Swîsreyê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî li ser mijara Sûriyeyê cara 5emîn hevdîtin wê werin kirin. Di vê hevdîtinê da alîgir wê di bin siha binpêkirina agirbestê ya rejima Beşar Esed û hewla bersivdana muxalifan da li ser maseyê rûnên.
Aktorên ku ji bo krîza Sûriyeyê ra li çareseriyê digerin, piştî mehekê wê cardin li Cenevreyê bicivin û hevdîtinên siyasî bikin.
Li Sûriyeyê di 30ê Kanûna Pêşîn a 2016an da agirbest hat îlankirin. Muxalifan heta niha ji bilî midafayên meşrû agirbest binpê nedikir, lê ev çend roj in ew jî bersivê didin rejimê.
Heyeta muxalefetê ji ber êrişan û ji ber sozê ku dan wan û li ser soz nehat sekinandin, di 14-16ê adarê da beşdarî civîna Astana 3yan a ku bi pêşengiya Rûsya û Tirkiyeyê hatibû lidarxistin, nebibû. Ji ber ku hêzên rejimê êrişên xwe bi dawî nekirin, tu encam ji Astana 3yan derneket.
Ji ber vê yekê jî kes li bendê nîne ku Cenevre 5 jî bi atmosfereke baş dest pê bike.
Li gor agahiya ku Berdevka Ofîsa Cenevreyê ya NYê Alessandra Velluccî da, beşdarên ku beşdarî hevdîtinên dawîn bûn, wê beşdarî Cenevre 5ê bibin.
PKK/PYDya rêxistina terorî wek tûrên beriya vê beşdarî hevdîtinan nabe.
- Tesnîfkirina terorîst û muxalifan ji nû va tê rojevê
Rojeva hevdîtinan 4 xalên ku di tura beriya vê da hatibûn eşkerekirin e.
Di tûra beriya vê da teqwîma biryara bi hejmara 2254an ya KENYê ya ku dibêje "di encama hevdîtinan da li Sûriyeyê hikûmeteke bi tam raye ya berwext a pêvajoyê bê avakirin, eva hikûmeta qanûna bingehîn ava bike, paşê jî welat ser sindoqê" hatibû guherandin.
- Hewla parçekirina muxalefetê
Mijareke dibe ku di hevdîtinan da pirsgirêkê derxe jî ew e ku komên qaşo muxalif in û bi Rûsya û rejimê, Moskova û Qahîreyê ra têkiliyên wan hene bên hêzdarkirin û rola wan bê zêdekirin.
- Tirkiye li dijî zeyîfxistina muxalefetê ye
Tirkiyeyê li gor biryara KENYê û Cenewre 4ê ji bo nirxandina pêvajoya berwext a siyasî hemû hêza xwe ya li ser komên dijî rejimê bi kar anîbû.
Heyeta Tirkiyeyê ya ku hewl dide rojeva hevdîtinan neyê guherandin û roleke mezin nedin komên qaşo muxalif in ji muxalifan ra tewsiye dike ku bira ji ser maseyê venekişin û zorê bidin rejimê ku li ser pêvajoya siyasî ya berwext bê axaftin.
- Hêviyên muxalefetê
Li bendê ne ku wek hevdîtinên Cenewre 4ê dîsa muxalifan endamê komîteya siyasî ya Koalisyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mixalif a Sûriyeyê (SMDK) Nasi Herîrî temsîl bike.