Berdevkê firmeya otomobîlê ya Volvoyê Stefan Elfstrom ragihand ku 10 hezar wesayîtên xwe yên li her derê dinyayê paşve berhev dike.
Elfstrom di daxuyaniya ku da malpera Autoblogê de got ku di pergala balgeha hewayê ya wesayîtan de pirsgirêk hat tespîtkirin. Hat dîtin ku di testên lihevketinan de balgeh zû venabin.
Elfstrom got ku pirsgirêk ji bilî Swêdê bi taybetî otomobîlên li DYA, Almanya û Kanadayê hatine firotin eleqedar dike. Arîze di modelên XC90 ya 2016 de heye.