AMMAN
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry got ku Îsraîl, Filistîn û Urdunê ji bo ku rageşiya li Harema Şerîf raweste li hev kirin.
Kerry bi Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Nasir Cude re civîna çapemeniyê li dar xist. Kerry destnîşan kir ku Îsraîl û Urdun di heman fikrê de ne li Mescida Eqsayê û dorberê wê ku ji bo misliman û cihûyan pîroz e, rageşî raweste.
Kerry got ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahu teyîd kir ku wê statukoyê berdewam bikin û wiha dewam kir: "Niha demeke baş nîne ku her du alî bên bal hev."
Kerry bal kişand ser têkoşînên li dijî terorê û got ku hêzên koalîsyonê hewl didin ku çavkaniyên DÎŞIyê ji holê rakin û li herêmê asteng bikin û wiha axivî: "Wekî hin kes dibêjin, têkoşîna me ya li dijî DÎŞIyê ji bo demeke kurt nîne."
Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Nasir Cude jî wiha got: "Urdun li Qudsê xwediyê rolekê ye da ku mabedên dînî biparêze û wê Îsraîl siyanetê nîşanî vê bide."
Wek mayîn Cude ragihand ku Serokomarê Misrê Ebdulfettah es-Sîsî jî bi rêya telekonferansê beşdarî hevdîtina Kerry û Netenyahu ya bi Qralê Urdunê re bû.