Hat ragihandin ku li Amerîkayê ji bo kujerê 3 misilmanên cîwan îdam tê xwestin.
Dozgerê Herêma Dûrham Coûntyê Roger Echols daxuyand ku ew ê dozê vekin û ji bo Hîcksê kujerê sê cîwanên misilman cezayê îdamê bixwazin.
Hîcks di 10ê sibatê de li bajaroka Chapel Hîll a eyaleta Carolîneya Bakur, gule berdabû serê Deah Baraktê 23 salî û jina wî Yusor Muhammed Ebu Salhaya 21 salî û dişa wî Razan Muhammeda 19 salî û ew kuştibûn.