WASHÎNGTON
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, îdiayên ku Sîtola Amerîkayê nêzî herêma Sûriyê ye piştras kir. Lewra hat diyarkirin, Serok Obama dibe ku biryarekê bide û sîtol jî ji bo piştgiriya vê biryarê nêzî herêma Sûriyê ye.
Rejîma Sûriyê di 21ê tebaxê de li dijî gelê xwe yê sivîl çekên kîmyewî bi kar anî. Piştî vê tevgerê Amerîka jî ji bo biryara xwe ya der barê Sûriyeyê de xebatên xwe zêde kir. Li ser vê di çapemeniya dinyayê de nûçeyên ku Amerîka li Behra Spî hêzên xwe yên leşkerî zêde kir, cih girt.
Li ser van xeberan nûçegîhanê AAyê jî ev mijar ji Berdevkê Pentagonê Bîll Speaks pirsî. Speaks got: Sîtola Amerîkayê ji bo piştgiriyê bide biryara Serok Obama, li wê herêmê ye.
Niha li Behra Spî 4 keştiyên bi moşekên krûz yên Amerîkayê hene. Obama der barê bikaranîna çekên kîmyewî de telîmat da îstixbaratê ku bila vê mijarê piştrast bikin û ji aliyê din ve jî ji bo biryarê bide rawêjiyên xwe yên navneteweyî didomîne.
Li gor lêkolînên ku Reûters/Ipsosê kir, gelê Amerikayê ji sedî 60 naxwaze Amerîka bikeve Sûriyeyê.