20 Nîsan 2017•Rojanekirin: 25 Nîsan 2017
DOHA
Di daxuyaniya Yekîtiya Alimên Misliman a Dinyayê da hat diyarkirin ku Elî Qeredaxiyê Sekreterê Gişkî di çarçoveya xebatên belavkirina alîkariya li penaberên Mûsilê da Konbajarê Nergizliyê ziyaret kir, bang kir ku bira alîkariyê bidin welatiyên Mûsilê yên ku ji ber operasyona ji DEAŞa rêxistina terorê xilaskirina bajêr malên xwe terk kirine.
Qeredaxî got xwedîxêrekî ji Qeterê alîkariya xurek yê ku bi qasî 20 rojan têra 16 hezar malbatî bike da, vê alîkariyê bi piştgiriya Yekîtiya Îslamê ya Kurdan li penaberan belav dikin.
Qeredaxî got rayedarên li herêmê dibêjin ku alîkariyên ku tên têra dîtina hewcedariya penaberan nake, ji bo rewşa penaberan binirxînin bangî hikûmet, dewlemend, saziyên alîkariya mirovahiyê û Neteweyên Yekbûyî kir ku konferansekê li dar bixin û got alîkariya ji bo van merivên hewcedar ferz e.