Yekîtiya Afrîkayê, ji ber mirina Nelson Mandela 3 rojan şîn îlan kir.
Li gor daxuyaniya yekîtiyê ji ber mirina Mandela, alên li Addîs Ababaya paytextê Etiyopyayê heta nîvî hatin daxistin û li welêt 3 rojan şîn hat îlankirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Nelson Mandela, ji kesên taybet ên ji Afrîkayê ye. Hat îfadekirin ku mirina Mandelayê ku wek "navê sembol ê Afrîkayê" tê zanîn, li parzemînê bû sedema xemgîniyeke mezin.
Serokê berê yê Dewleta Afrîkaya Başûr Nelson Mandela, roja pencşemê miribû. Mandela dema miriyî 95 salî bû.