ÎSTANBÛL
Ji bo Dozgerê Buroya Sûcên Karmendan ê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Mehmet Selîm Kîrazê ku şehîd ket, merasim hat lidarxistin.
Di merasimê de Wezîrê Dadê Kenan Îpek axivî. Îpek got ku rêya xwestina edelatê, rêya daxwazan diyar e û wiha dewam kir: "Hemû rêyên din derî hiqûqê ne, hemû derî ehlaq in. Lewra ehlaqê terorê tune ye. Teror, ji bo mirovên bêsûc talûkeyeke mezin e. Ev sûcê însanî ye. Hemû êrîşên li dijî pergala kamuyê, ên ku li dijî ewlehiya gel sûcên terorîzmê ne."
Li Edliyeya Çaglayanê ji bo Dozgerê Buroya Sûcên Karmendan ê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Mehmet Selîm Kîrazê (46) ku şehîd bû, merasim hat lidarxistin.
Kenan Îpek di merasimê de axivî û got ku Xwedê rehma xwe li Kîraz bike û Xwedê sebrê bide malbata wî û wiha dewam kir: "Em wekî civata hiqûqê, vê êrîşa ku bêbextî hat kirin şermezar û lanet dikin. Em vê êrîşê wekî êrîşa ku li miletê me, wekî êrîşa li ser daraze me hat kirin dibînin."
"Miletê Tirk li ber êrîşa 3-4 terorîstan serê xwe natewîne."
Wezîrê Dadê Îpek got ku êrîşê hizûra welêt û pergala dewletê kirin û wiha pê de çû: "Divê hemû kes hedê xwe zanibin. Ev êrîşker mirin, lê bila ew hêzên bêbext bi mirina wan rihet nebin. Ew kesên êrîşê daraza me, dewleta me dikin dê negihîjin armancên xwe."
-Em ê li ser rêya wî bimeşin
Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Hadî Salîhoglû jî wiha got: "Bila rihê wî şad be. Bila bizanibe ku li pişt xwe bi hezaran Mehmet Selîm hiştin. Em soz didin ku em ê berxwedana wî ya di qada hîqûqê de bidomînin."
Piştre cinazeyê Mehmet Selîm Kîraz anîn Mizgefta Eyup Siltanê.