Dadgeha Cezaya Giran a 7emîn a Stenbolê di êrîşa doza Keştiya Mavî Marmarayê de der heqê Serokê Sererkaniya Îsraîlê yê wê demê Raû Alûf Gabîel Ashknazî, Fermandarên Hêzên Behrê yê wê demê Elîezer Alfred Marom, Serokê Saloxgêriya Îsraîlê yê wê demê Amos Yadlîn û Fermandarê Hêzên Hewayê yê wê demê Avîshay Levî biryara girtinê da.
Dadgehê ji bo girtina van 4 bersûcan ji bo ku "bultena sor" bê derxistin jî ji saziyan re nivîs şand.
Dema ku ji bo dozê navber hat dayîn koma ku ji bo biryarê li ber dadgehê bû, Îsraîlê protesto kir.
Li ser vê protestoyê Serokê Weqfa Alîkariya Mirovahiyê ya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH) Bulent Yildirim daxuyanî da.
Yildirim destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hiqûqnasên gelek hêja hene û wiha dewam kir: "Ez wisa hêvî dikim ku ew hiqûqnasên wêrek ên ku li Tirkiyeyê ne di vê dozê de îro biryara girtinê dê bidin. Ew dê biryara girtinê nîşanî hemû dinyayê bidin. Heke wisa nebe rûyê me reşe û em nikarin derkevin hemberî tu kesî."
- Êrîşa Keştiya Mavî Marmarayê
Keştiya Mavî Marmarayê di Gulana 2010an de dema ku xwarin, derman û malzemeyên înşaetê dibire Gazzeya, ji hêla Îsraîlê ve hatibû dorpeçkirin.
Dema ku di behra navnetewî de diçû hêzên Îsraîlê êrîşê keştiyê kiribûn. Di êrîşê de 10 sivîlên welatiyên Tirkiyeyê mirin û ji 50yî zêdetir mirov jî birîndar bûbûn.