Hat ragihandin ku komek alîgirê rêxistina terorê PKKê li Kîfriya navçeya Silêmaniyê êrîşî ofîsa Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) kir.
Nûnerê Kîfriyê yê ITCê Şahîn Turkmenoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Komeke ku bi xizmetên herêmî qaîl nebûn, ji bo ku qaymeqamtiya Kîfriyê protesto bikin, civiya. Kom dema ku dimeşiya qaymeqamtiyê êrîşî ofîsa Eniya Tirkmenên Iraqê kir. Komê bi kevir û dara êrîş kir û camên ofîsê şikandin, alaya Eniya Tirkmenan şewitand."
Parlementerê ITCê Aydin Marûf jî got: "Em bûyerê şermezar dikin. Vê êrîşê zirar da biratiya kurd û tirkmenan. Em dixwazin ku rayedar bikevin dewrê û kiryarên êrîşê bibinîn û ceza bidin wan."