ÎSTANBÛL
Yekîtiya Alimên Misliman ên Dinyayê, bangî misliman, ereb û kesên biwijdan kir ku alîkariya gelê Sûriyê bikin ku di nav şert û mercên nebaş de dijîn.
Li gor daxuyaniya yekîtiyê ya nivîskî, rêvebiriya Sûriyeyê, bi hezaran jin, zarok, pîr û nexweşan li bajarokên Şamê, herêma Gûta û çoltaran de digre û guh nade banga Neteweyên Yekbûyî.
Di daxuyaniya niviskî de hat diyarkirin ku di cejnê de alema îslamê di nav şahî û xweşiyê de cejn kir, lê mixabin sûriyeyî hê jî xizanî, nexweş û birçî ne. Hin sûriyeyî bi bermayiyan debara xwe dikin û hin jî ketine wê rewşê ku goştê pisîk û segan bixwin û ji bo rewşa wan baştir be li ber xwe didin.
Yekîtiya Alimên Misliman got ku ew her tim piştgiriyê didin sûriyeyiyan û daxwaza wan ew e ku alema misliman, ereb û hemû kesên biwijdan alîkariyê bidin gelê Sûriyeyê û wan ji xizaniyê xilas bikin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mislimanan ji bo dengê top û çekan neyê li ber xwe da, lê ev têrê nake. Ji gelê Sûriyeyê yên ku ji şer û mirinê xilas bûn niha bi birçîtiyê re rûbirû mane, divê tiştê dikeve li ser milê alema îslamê bê kirin.