İSTANBUL
Li Sûriyê dorpêçiya hêzên Esed ên ser bajarê Xûmûs, Gûta û Mûeddamiyê ya bajarokên ku li ser Şamê didome. Hat diyarkirin ku ji ber dorpêçiyê her ku diçe xwarin û xurek kêm dibe û heke çareyek neyê dîtin dê li wan deran xela rabe.
Aktîvîstê sûriyî Ûweys eş-Şamî pirsgirêkên ku li herêmê diqewimin bi nûçegihanê AAyê re parve kir. Eş-Şamî bal kişand ser destûra ku mele û aliman ji bo xwarine goştê ker, pisîk û kuçikan dane welatiyan û got heke welatî ji bo xwarinê tiştekî nebînin dibe ku goştê van ajalan bixwin. Eş-Şamî bal kişand: "Bi rastî ev destûr ji bo ku bala dinyayê bikşîne ser pirsgirêkên gelê vê derê bi kêr hat. Niha tiştekî wisa tuneye lê heke tewdîr neyên girtin dibe ku ev tişt pêk bê."
Berdevkê Çapemeniyê yê Komîteya Kordînasyona Herêmî Qasî Zekeriya jî diyar kir ku hêzên Esed ên ku herêman dorpêç dikin bi zanayî kanî, firne, dibistan û nexweşxaneyan xera dikin. Zekeriya wiha dewam kir: "Piştî ku herêm hat dorpêçkirin welatiyan ji ber tunebunê pelên daran xwarin. Niha 9 hezar welatî ji heman xetê avê vedixwin û ev jî car carna dibe sedema nexweşiyan.
Li gor rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku di rojên çûyî de weşand li herêma Mûeddamiyê di nav vê mehê de 10 jê zarok 11 kes ji ber birçîbûnê mirin.