Haydar Şahin
11 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2018
PARÎS
Li Fransayê doxtorên di nav wan da rêvebirên komeleyên têkoşîna dijî miptelatiyê û hişbirê jî hene ji Agnes Buzyna Wezîra Tenduristiyê ra nameyeke eşkere şandin û jê xwestin ku bira baca alkolê zêde bike.
Doxtoran di nameyê da ji Buzyna Wezîr gotin, "Wezîra bi rêz, gelê Fransayê li dijî alkolê bparêze."
Wekî mayîn di nameyê da hat gotin ku zirarên alkolê hene û li ser pêşeroja gelê Fransayê tehdîd e, qasî ku têrê dike li dijî alkolê têkoşîn nayê dayîn.
Di nameyê da hat destnîşankirin ku piştî baca cixareyê hat zêdekirin bihayê cixareyê jî zêde bû, bi saya vê milyonek kesî dev ji cixareyê berda, bira bi heman awayî baca alkolê û amûrên alkoê jî were zêdekirin.
Hat gotin ku bira li gor rêjeya alkolê baca amûrên ji alkolê tên çêkirin were zêdekirin, wekî mayîn ji bo reqlam û danasînan jî bac li wan were birîn.
Di nameyê da hat destnîşankirin ku li Fransayê di salê da 47 hezar kes rasterast ji ber vexwarina alkolê mirin, ji bo şêrpençeyê alkol sedema sereke ya rêza duyan e, alokol dibe sedema sereke ya mirina kesên emrê wan di navbera 15-30yî da ne û beriya emrê xwe aqil ji serê merivan dibe.
Wekî mayîn di raporê da hat gotin ku di tundiya ser jin û zarokan da ji nîvî zêdetir sedem alkol e û di salê da 120 milyon ewro zirara civakî dide.