Önder Beyter
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf destnîşan kir ku ew gelekî xemgîn in ku di şewatê da zirareke zêde gihîşt Katedrala Notre Dame a li paytextê Fransayê Parîsê.
Wezîrê Îranî Zerîf di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha got, "Notre Dame a îkonîk ku dergûşa ibadeta ji bo Xwedayê me yê Yek e û bi şahesera edebî ya Hugo va me nêzîkî hev dike, piştî ku 800 salî li hemberî cengan û şoreşê li ber xwe da, îro qismen texrîb bûye ku em ji ber vê yekê gelekî xemgîn in. Em xema gelê Fransayê û hemû Katolîkan dixwin."
Katedrala Notre Dame a 850 salî ku şahidiya gelek şer û cengan kiriye û wekî sembola Fransayê tê nîşandan, di şewata ku duh êvarê derket da zirareke mezin gihîştê.