11 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2016
ANKARA
Yekîtiya Ewropayê (YE) herçiqas PKKyê wekî rêxistina terorê qebûl bike jî, li parzemînê meydanê dide rêxistinê ku bi azadî propagandayê bike û alîkariya fînansê bistîne. Çavkaniyên îstîxbaratê yên Tirk radigihînin ku rêxistin ji bilî dahata çalakiyên sûcên organîzekirî, ji Ewropayê salane 30 milyon ewro kom dike.
PKK, li Ewropayê bi saya piştevaniya siyasî ya ku di serê sala 1990î de danê xwe birêxistin kir. Konseya YEyê di gulana sala 2002yan de PKKyê bi navê "KONGRAGEL û KADEK"ê kir lîsteya terorê, herwiha rêxistina TAKê ya ku sûcên PKK nagire ser xwe digire ser xwe jî di sala 2006an de di kategoriyeke din de kir lîsteya xwe.
Li gor agahiya ku AAyê ji çavkaniyên vekirî kom kir, PKK ji bo ku rêxistinên xwe yên li Ewropayê qanûnî nîşan bide navê wekî "navendên demokratîk ên civaka Kurd" û "meclisên gel" li wan dike.
Ev sazî jî hemû girêdayî "Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurd ên li Ewropayê" (KCD-E)yê ne.
Xebatên propagandayê yên PKKyê yên li Ewropayê "Kongreya Netewî ya Kurdistanê" (KNK) birêve dibe. KNK, her sal li Bruksela paytexta Belçîkayê dicive.
Nilufer Koç, Rebuvar Reşîd û Adem Uzun rêvebiriya KNKyê dikin.
Li Ewropayê welat û partiyên ku alîkariyê didine PKKyê ev in:
"Li Almanyayê Partiya Çepgir û Keskan, li Swêdê Pariya Çepgir, li Awustarlyayê Partiya Keskan, li Fransayê Partiya Komunîst, li Norveçê Partiya Qizil, li Îngilistanê Partiya Karkeran, li Belçîkayê Pariya Karker û Keskan, li Îspanyayê Partiya Podemos, li Rûsyayê Partiya Rûsyayê ya Adil, li Yewnanistanê Partiya Syrîza û Anel, li Îtalyayê Pariya ekolojîka Çepgira û Azadiyê."
PYDya milê PKKyê ya Sûriyeyê li Ewropayê xwe birêxistin kir.
Xebatên PYDyê yên li Ewropayê Abdulselam Mustafa, Hasan Muhammed Aliyê navê wî yên kod Kobanî û Sînem Muhammed birêve dibin.
PYDyê bi navbeynkariya evan milîtanan par bi navê "Nûneriya Rojava" li Ewropayê nûnertî vekirin. PYDyê li Parîs, Berlîn, Lahey û Pragê nûnertî vekirin û ji bo li Washîngton û Kopenhagê vekin jî xebatên xwe didomîne.
-Ji xebatên çapemeniyê ber bi kampan ve
Rêxistin li Ewropayê ji bo temînkirina milîtatan çapemeniyê bikartîne. Fahrî Ferda Çetînê ku rêvebiriya van karan dike, ji bo propagandayê çalakiyên wekî festîval û pêşandanan radigihîne. Ciwanên ku endamên komeleya PKKyê ne tevlî van çalakiyan dibin.
Ciwanan piştî vê merhaleyê dişînin kampên li Hollanda, Fransa, Swêd, Awustralya û Îtalyayê. Ciwanên ku li vê derê perwerdeya îdeolojîk dibînin, ji bo perwerdeya çek dişînin kampên li bakûrê Iraqê.
-Çavkaniya aboriyê
Li gor agahiya ku AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê yê Tiriyeyê hilda, PKK xebatên xwe yên fînansê di serî de Almanya, li Fransa, Swîsre, Awûstûrya, Hollanda, Belçîka, Swêd, Norveç, Danîmarkayê birêve dibe.
Rêxistinên PKKyê yên li Ewropayê salane nêzî 30 milyon ewroyî pere di bin navê "bexşê" de kom dikin. Ji aliyê din ve tê zanîn ku PKK li yên ku alîkariyê nadin gefan dixwe, xesp dike, karxaneyên wan bêîtibar dike.