Muhammet Kurşun
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
KOLN
Li nêzîkî bajarê Meerbuscha Almanyayê trêna rêwiyan û trêna bar li hev qelibîn û di encamê de li gor agahiyên ewil 50 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin wergirtin piştî qezaya li nêzîkî stasyona Meerbusch-Osterathê xebatên rizgarkirin û texliyekirinê didomin.
Çavkaniyên polês jî diyar kirin ku hê zû ye bikaribin der barê jimara birîndaran de tiştekî bibêjin lê di trêna ku 150 kes tê de bûn texmîn dikin ku 50 rêwî birîndar bûne.