KERKÛK
Berdevkê Wezareta Neftê ya Iraqê Asim Cîhad ragihand ku di çarçoveya peymana di navbera Bexda û Hewlêrê da sewqkirina neftê ya ji Kerkûkê dest pê kir.
Cîhad daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku îxrackirina neftê do dest pê kir û wiha got: "Piştî 10 mehan ji Kerkûkê neft şandin Ceyhanê. Şandina neftê bi xeta boriyê ya di bin kontrola Herêma Kurdistana Iraqê da dibe. Ji ber ku xet nû ye wê di nav rojekê du rojan da bigihêje Ceyhanê, ji ber vê jî me îlan nekir. Heger bigihêje Ceyhanê em ê agahiyê bidin."
Cîhad wiha axivî: "Li gor peymana hikûmeta navendî ya Iraqê û rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê divê ji Kerkûkê rojane 300 hezar warêl neft bihata şandin. Lê niha îxrackirina neftê bi 150 hezar warêlî dest pê kir. Em ê hewl bidin ku vê kêmasiyê çareser bikin û ev jî di destê Şirketa Neftê ya Bakur da ye. Wek mayîn li çiyayên Hemrînê gelek bîrên neftê di destê DÎŞIyê da ne. Ji ber vê wê di demeke kurt da ev hejmar zêde nebe."
Cîhad destnîşan kir ku ji bîrên li Dûbîs û Cambûra Kerkûkê neft tê derxistin.
Berê bi destê hikûmeta navendî ji Kerkûkê neft dişandin Ceyhanê. Lê ji ber sabotaj û êrîşên DÎŞIyê şandina neftê di adara 2014an da sekinîbû.
Piştî hevdîtinên di navbera lijneyan da hikûmeta navendî ya Iraqê û rêveberiya kurdan di 13yê sermawezê da li hev kiribûn. Li gor peymanê gerek rêveberiya kurdan ji herêma xwe 150 hezar warêl, ji Kerkûkê jî 300 hezar warêl di kontrola hikûmeta navendî da bişîne Ceyhanê.