MÛSIL
Hat ragihandin ku DÎŞIya rêxistina terorê li Mûsila bajarê Iraqê çalakiyên Şeva mewludê qedexe kir.
Berpirsyarê Mûsilê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Seîd Memûzînî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku DÎŞI kesên ku di Şeva Mewludê de pîrozbahiyan dikin, kesên ku bi wesîleya Şeva Mewludê tên bal hev û şêrînahiyê belav dikin, sûcdar qebûl dike.
Memûzînî bi bîr xist ku gelê Mûsilê salên berê ji bo Şeva Mewludê li mizgeftan bernameyên pîrozbahiyê li dar dixistin û got ku "Mixabin ku DÎŞIyê piştî ku Mûsil bi dest xist, gelek çalakiyên dînî yên welatiyan qedexe kir. Halbûkî Şeva Mewludê ji bo gelê Mûsilê şeveke gelek taybet bû".
Memûzînî diyar kir ku li Mûsila ku ji 10ê hezîranê heta niha di bin kontrola DÎŞIyê de ye şert û mercên mirovahiyê her ku diçe xiraptir dibin û wiha axivî: "Li bajara duyemîn a herî mezin a iraqê ji meha hezîranê heta niha di cêyran, av û sotemeniyê de pirsgirêkên mezin hene. Mirov nikarin hewceyiyên xwe yên sereke peyda bikin. Bihayê xurekan derket du qatî. Jiyan ji bo gelê Mûsilê zehf xira bû. Milîtanên DÎŞIyê kesên ku ji tehdeyê aciz in an dikujin an jî diavêjin girtîgehan."