Önder Beyter
25 Nîsan 2018•Rojanekirin: 25 Nîsan 2018
ANKARA
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) Sadî Guven diyar kir, piştî ku qanûnên lihevkirinê di Rojnameya Fermî da werin weşandin, ew ê teqwîma hilbijartina serokomariyê û ya parlamenteriyê yên ku wê di 24ê Hezîranê da werin kirin, derxin û wiha got, "Em ê qanûna lihevkirinê bi teqwîmê bidin xwarin. Dibe ku sibê an jî dûsibe bibe."
Guven dema ku ji bo beşdariya merasima salvegera 56emîn a avakirina Dadgeha Destûrê hat ber avahiya dadgehê, li vir bersiv da pirsên rojnamegeran.
Guven ji bo pirsa ka gelo teqwîma hilbijartinê wê kîngê were ragihandin, wiha got, "Piştî weşandina Qanûna Lihevkirinê em ê teqwîma hilbijartinê derxin. Dibe ku sibê an jî dûsibe bibe. Divê em qanûna lihevkirinê bi teqwîma hilbijartinê bidin eqilandin. Beriya ku ez nebînim, ez nikarim tiştekî bêjim."