Önder Beyter
04 Gulan 2017•Rojanekirin: 05 Gulan 2017
ANKARA
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag wiha got, "Pênaseya 'hem sûcê wî heye û hem jî xwe dixeyidîne' yek bi yek li ser Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu ku gotibû ewê der heqê serok û endamên LBHyê da gilîdar bibe, rûdinê."
Bozdag di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê da gotinên Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu yên bona Ljneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) rexne kir.
Bozdag destnîşan kir ku gotinên neheq û nerêzdar ên Kiliçdaroglu ên der heqê serok û endamên LBHyê da îftira, sûc û xeyrî exlaqî ne û wiha got, "Pênaseya 'hem sûcê wî heye û hem jî xwe dixeyidîne' yek bi yek li ser Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu ku gotibû ewê der heqê serok û endamên LBHyê da gilîdar bibe, rûdinê. Serok û endamên LBHyê kesên rêzdar û bêalî ne û herwiha girêdayî destûr û hiqûqê ne, peywira xwe jî bi awayekî serbixwe bi cih tînin."
Bozdag bal kişand ku LBH li gorî hiqûqê tevdigere û dezgeheke rûpakiyê ya Tirkiyeyê ye.
Bozdag got ku CHP ji bo ser kêmasî, têkçûn û qisûra xwe binixumîne, endamên LBHyê sûcdar dike û wiha dewam kir, "Serîlêdana CHPyê ya Dadgeha Bilind a Şêwrê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî wê kêmasî, têkçûn û qisûra wan veneşêre."
Herwiha Bozdag got ku gel destûr û pergal guherandin û encamên referandumê teqez bûn, herkesî encam qebûl kirin û sepana pêşiyê jî bi cih bû.