Türkan Tosun
26 Tebax 2017•Rojanekirin: 27 Tebax 2017
TEHRAN
Ezîz Babayî Kezeçê meleyê Mescida Ehlê Sadiqiyeyê ya ehlê sunetê ya li Tehrana paytextê Îranê ye daxuyand ku ji bo çareserkisina pirsgirêka Sûriyeyê hêviya wan ji civînên Astanayê heye.
Kezeç piştî nimêja înê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got hêviya wî ji Xwedê heye ku Eyda Qurbanê aştî, aramî û kêfxweşîyê bide misilmanan.
Kezeç got divê şerê li Sûriyeyê êdî dawî bibe, xwîna birayan nerije û sunî, şiî, elewî hemû komên cuda di nav aştiyê de bijîn.
Mele Kezeç got ji bo çareserkisina pirsgirêka Sûriyeyê hêviya wan ji civînên Astanayê heye û wiha axivî: "Înşallah piştî Eyda Qurbanê li Sûriyeyê em hemûyê bi hev ra bigihêjin aştiyê. Bi milyonan însanan malên xwe terk kirin ku misilmanên Îranê vê naxwazin."
Kezeç got ew him ji bo Sûriyeyê û him jî ji bo hemû erdnîgariya îslamê dia dike ku ewlehî pêk bê û eyda misilmanên li Tirkiyeyê jî pîroz kir.
Îran destûrê nade ku suniyên li Tehranê dijîn mizgeftên xwe ava bikin.
Li paytext Tehranê 15 mescidên ehlê sunetê yên nefermî hene.