Ahmet Aydın
20 Sibat 2020•Rojanekirin: 21 Sibat 2020
NATOyê klîbeke ku tê de hewlên Tirkiyeyê bo îtîfaqê tê vegotin, parve kir.
NATOyê di klîba ku li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê parve kir de, bi vegotina Pîlota Jetê ya Miharib Esra Ozatay behsa hewlên Tirkiyeyê yên bo îtîfaqê hat kirin.
Di klîbê de bi peyama "NATO malbateke ku ji nirxên hevbeş pêk tê. Ji bo aşitî û îstiqrarê em digel mitefîqên xwe ne. Tirkiye NATO ye. Em NATO ne." re cih dan dîmenên hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê.
Di klîbê de Ozatayê ev îfade anîn ziman:
"Em weke mitefîqan nirxên hevbeş parve dikin. Him ji bo parastina wan nirxan û him ji bo parastina hevdu em pêkve tevdigerin. Piştgiriya me ya ji bo NATOyê vedigere bo sala 1952an ya ku Tirkiye beşdarî îttîfaqê bû. Em yek ji wan welatan in ku herî zêde beşdarî erk û operasyonên NATOyê bûne. Em şanaz in ku yekemîn pîlota jetê ya jin a îttîfaqê Leman Bozkurt Altinçekiç Tirk e."
Di klîbê de peyama "Em pêkve hêzdartir in û di ewlehiyê de ne." jî hat dayîn.