Ahmet Aydın
20 Sibat 2020•Rojanekirin: 21 Sibat 2020
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got, "Êrîşên rejima Beşşar Esed a ku çend hefteyeke li dijî xelkê sivîl berdewam e bi tundî şermezar dikim."
Macron li beriya "Lûtkeya Lîderan a Yekîtiya Ewropayê (YE)" ku li Brukselê tê lidarxistin, daxuyanî dan rojnamevanan.
Emmanuel Macron destnîşan kir ku ji bo tiştên ku li Idlibê diqewimin nikarin xwenebihîstî bikin ûwiha got, "Li Idlibê îro û ev çend hefteyeke xiraptirîn trajêdyaya mirovî diqewime. Êrîşên rejima Beşşar Esed a ku çend hefteyeke li dijî xelkê sivîl berdewam e bi tundî şermezar dikim."
Macron herwiha anî ziman ku di êrîşên li Idlibê de gelê sivîl û navendên tendirustiyê dibin armanc.
Serokomarê Fransayê Macron tekezî li wê yekê kir ku pêdivê li dijî terorîstan têkoşîn bê dayîn û dixwazin digel 37 welatên endamên YEyê biryarekê bistînin.
Macron di vê mijarê de bangawazî li Konseya Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê (UNSC) kir û got, "Ti tişt ji bo rêznîşannedana bo mafê mirovî yên navneteweyî nabe sedem."