07 Adar 2017•Rojanekirin: 08 Adar 2017
WASHINGTON
Wezareta Parastinê ya Emrîkayê (Pentagon) daxuyand ku li Minbica navçeya Sûriyeyê di dawiya hefteyê de bi armanca "bawerî çêbibe" li navçeyê leşker hatine bicihkirin, lê rayeya wan tune ye ku ew bi hêzên din ve pev biçin.
Jeff Davisê berdevkê Pentagonê der barê mijarê de pirsên rojnamevanan bersivandin û wiha got: "Wek parçeyeke koalîsyonê ji bo ku bawerî çêbibe û bi armanca dûrxistina hin xeteran li Minbicê û der û dora wê leşkerên Emrîkayê hatin bicihkirin. Ji bo hin alî ji bilî DEAŞê êrişî aliyên din nekin ev wezîfe hat kirin."
Davis got ku hêzên ku Tirkiye piştgiriyê dide ji hêla rojavayê ve ber bi bajêr nêzîk dibin, konvoyên rejima Sûriyeyê û hêzên ûris jî ber bi herêmê va tên.
Davis anî ziman ku Konseya Leşkerî ya Munbirê ya ku rêxistineke veşartî ya PYD/PKKyê ye Minbicê kontrol dike û wiha axivî: "Ji bo armanca her kesî bibe DEAŞ, me hêzên xwe li Minbic û rojavayê navçeyê bi cih kirin."
- Desthilata leşkerên Emrîkayê tune ku ew li Minbicê yekalî bikevin pevçûnê
Davis anî ziman ku hêzên Emrîkayê ji bo bi tenê li wir xuya bikin li navçeyê ne û wiha dewam kir: "Em ne ji bo pevçûna digel hin aliyan li wir in. Kesên ku çavê wan li pevçûnê heye, divê li wir bi tenê li dijî DEAŞê şer bikin. Hebûna me li wir bibîrxistineke berbiçav e di vê mijarê de."
Davis li ser pirsa ka gelo desthilata leşkerên Emrîkayê heye ku têkevin pevçûnan yan na wiha cewab da, "Dema ku êrişî wan bikin ji bo nefsîmidafeeyê helbet desthilata wan heye, lê belê xêncî vê desthilata wan tune ku bi hêzekê ra têkevin pevçûnê"
- Li Minbicê rejim tune leşkerên Rûsyayê hene
Davis li ser pirseke der barê cebilxaneya ku rejim kom dike da got ku konvoya alîkariya mirovahiyê ya tê Minbicê ya rejima Sûriyeyê ye lê belê leşkerên bi konvoyê ra yên Rûsyayê ne.
Davis diyar kir ku di çarçoveya mitebeqeta 2015an a ku bi Rûsyayê ra çêkirin agahiyan didin hevdu, lê belê di navbera rejima Sûriyeyê û Konsêya Leşkerî ya Minbicê a rêxistina paravan a girêdayî PYD/PKKyê da peymanek hebe jî DYA parçeyekî vê nîne.
- Hejmara leşkerên Emrîkayê yên li Sûriyeyê dibe ku ji 500î zêdetir be
Davis destnîşan kir ku hejmara leşkerên DYAyê yên li Sûriyeyê li gor agahiyên fermî 503 ye, li ser daxwaza fermendarên li herêmê dibe ku ev hejmar bê zêdekirin.
Davis got hêzên ku li Minbicê di çarçoveya rotasyonê da ji bo demeke kin li wê derê ne, wesayitên bizirx ên li herêmê jî ji 12an kêmtir in.