03 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2015
ŞAM
Hat destnîşankirin ku di êrîşên balafirên şer ên rejima Sûriyeyê da ku li herêmên di destê mixalifan da hat kirin, 145 sivîl mirin.
Di daxuyaniya Konseya Şoreşê ya Giştî ya Sûriyeyê da hat destnîşankirin ku balafirên şer ên rejimê bi "bombeyên warêlê û vakumê" êrîşî herêmên di destê mixalifan da dikin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di êrîşan da li Helebê 125, li banliyoyên paytex Şamê 9, li Derayê 7 û li Deyru'z Zorê 4 sivîl mirin.
Hat destnîşankirin ku di heyamên dawîn da rejimê êrîşên xwe yên li ser Heleb, Îdlib, Hama, Humus û dorberê Şamê zêde kirine.