Barzanî bi fermandarên berpirsiyarê ewlekariyê re li Xaneqîna navçeya bajarê Diyalayê hêzên pêşmergeyan ziyaret kir. Barzanî eyda pêşmergeyan pîroz kir û ji wan xwest ku bira di xeta parastinê de hinekî dîsa bi sebr bin. Barzanî destnîşan kir ku di demeke kurt de ew ê ji pêşmergeyan re çekên zexm bikirin û wiha axivî: "Terorîst nikarin bîna pêşmergeyan teng bikin û berxwedana wan têk bibin. Em ê ji pêşmergeyan re çekên nû yên zexm bikirin. Daxwaza min ji we ew e ku bi sebr bin."
Barzanî destnîşan kir ku pêşmerge penaberên ereb jî diparêzin û rêveberiya Bexdayê rexne kir. Barzanî wiha pê de çû:
"Heke pêşmerge nehatina herêmên bipirsgirêk gelo li van dera dê çi bibûya? Ev herêmê têketina destê kê? Ji îlona 1974an vir de gelê Kurdistanê her tim ji bo Iraqê demokrasî xwest."
Mesûd Barzanî di çarçoveya bernameya eydê de herêmên ku li gor xala 140î a Qanûna Bingehîn a Iraqê wek cihên bi pirsgirên tên navkirin ziyaret kir. Barzanî di roja 2yemîn a eydê de pêşmergeyên li Kerkûkê ziyaret kiribû. Pêşmergeyan, piştî ku artêşa Iraqê paş ve kişiya ketin Kerkûk, Xaneqîn, Tuzxurmatû û Sîncarê û ew der tev erdê kurdan kirin. Barzanî di peyamên xwe de destnîşan kir ku ev cihên ku hatine bidestxistin tev sînorê Kurdistanê kirine û êdî li ser xala 140î axaftin hewce nake.