Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mûn û Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kerry diyar kirin ku Hamas û Îsraîlê ji bo agirbesta mirovahiyê ya ku dê 3 rojan bidome li hev kirin.
Ban û Kerry daxuyaniyeke hevkar weşandin û tê de destnîşan kirin ku Kordînatorê Taybet û Nûnerê NYyê Robert Serry ji bo agirbesta mirovahiyê ji her du aliyan bê şert û merc ji bo 3 rojan sozê agirbestê girt.
Li gor daxuyaniyê agirbestê îro di saet 08.00an de dest pê kir û hetanî 72 saetan jî dê bidome, di vê pêvajoyê de ji her du aliyan jî divê êrîşên leşkerî neyên kirin. Hat gotin ku ev agirbest ji bo pêwîstiyên sivîlan gelek muhîm e û bila her du alî jî li gor vê xesasiyetê tevbigerin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo agirbesta daîmî pêk bê divê nûnerên Îsraîl û Filistînê li ser daxwaza Misrê biçin Qahireyê û ji bo lihevkirinê bicivin û hemû mijaran binirxînin.