25 Mijdar 2016•Rojanekirin: 26 Mijdar 2016
DOHA
Qeterê ragihand ku ew piştgiriyê dide tewdîr û biryarên Tirkiye ji bo parastina ewlehî û îstiqrarê hilda.
Wezareta Karên Derva ya Qeterê daxuyaniyeke nivîskî weşand, êrîşên terorî yên li Edene û Şirnexê qewimîn şermezar kir û wiha pê da çû: "Qeter û Tirkiye piştgirê hev in. Em li wan biryar û tewdîrên bi armanca parastina ewlehî û îstiqrarê ku Tirkiyeya ji bo me wek bira ye, da xwedî derdikevin."
Di daxuyaniyê da ji bo kesên di êrîşan da can dan sersaxî û ji bo birîndaran jî şifa hat xwestin.