26 Mijdar 2016•Rojanekirin: 27 Mijdar 2016
HAVANA
Pêşengê şoreşa Kubayê û Serokê Dewletê yê berê Fîdel Castro di 90 saliya xwe da mir.
Serokê Dewleta Kubayê Raul Castro daxuyanî da televizyona dewletê û diyar kir ku Fîdel Castroyê kekê wî wefat kir.
Castro di sala 1953yan da li dijî dîktator Fulgencîo Batîsta yê li îqtidara Kubayê têkoşîna gerîllatiyê dabû destpêkirin. Batîsta di sala 1958an da ji welêt revîbû û Castro di sala 1959an da bibû serokwezîr.
Castro di navbera salên 1976 û 2008an da wek serok dewleta Kubayê dewlet rêva biribû.
Caastro di sala 2008an da seroktiya dewletê dewrî Raul Castroyê birayê xwe kiribû.