Abdullah Tel
05 Gulan 2018•Rojanekirin: 06 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku qedexekirina Telegram a pergala peyamê ji hêla hikûmetê va nehatiye dayîn û wî jî biryar pesend nekiriye.
Rûhanî der barê mijarê da ji ser hesabê xwe yê Instgramê daxuyanî parve kir û biryara qedexekirina pergala peyamê ya Telegramê ku ji hêla daraza Îranê va hat qedexekirin, rexne kir.
Di daxuyaniya xwe da Rûhanî got: "Biryara qedexekirina Telegramê ne ji hêla hikûmetê va û ne jî bi pesendkirina hikûmetê va hatiye sepandin. Heta niha tu pergaleke peyamê û yan jî ya medyaya civakî ji hêla hikûmetê va nehatiye qedexekirin û wê neyê qedexekirin jî."
Ji alimên dînî yên welêt Ayetullah Mehmûd Receb jî diyar kir ku biryara qedexekirina bernameya Telegramê di çarçoveya hiqûqê da hatiye dayîn û got ku heqê Serokomar tuneye li dijî biryarê muxalefetê bike.
Serdozgeriya Tehranê hefteya borî daxuyanî da û ragihand ku bernameya Telegramê ji ber hinceta "ewlehiya neteweyî" vekirina wê bi tu awayî mimkun nîne û hat qedexekirin.