Nihat Kavşut
09 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2020
Li Îranê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ku cardin zêde dibe di rojekê da 221 kes mirin.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê diyar kir li Îranê ji ber şewba Kovîd-19ê di rojekê da 221 kes mirin û hejmara miriyan derket 12 hezar û 305an.
Sîma Sadat Lariyê diyar kir 2 hezar û 79 nexweşên din hatine tesbîtkirin û got ku hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derketiye 250 hezar û 458an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê destnîşan kir rewşa 3 hezar û 324 nexweşan giran e û got ku hejmara kesên baş bûne jî 212 hezar û 176 e.
Lariyê diyar kir li Îranê heta niha milyonek û 897 hezar û 803 test hatine kirin.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê got ku eyaletên Xuzistan, Azerbeycana Rojhilat û Rojava, Kurdistan, Kirmanşah, Hurmuzgan, Buşehr, Xoresana Rezewî û Îlam di nav herêmên sor da ne û eyaletên Tehran, Îsfehan, Mazenderan, Gulistan, Elburz, Kirman, Yezd, Sistan-Belucistan, Hemedan, Zencan û Erdebil jî di nav herêmên xetere da ne.