Elif Orhan
29 Gulan 2019•Rojanekirin: 30 Gulan 2019
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî got ku Amerîka heke girêdayî teahûdên ku berê dabûn bimîne û vegere ser maseya ku wergerand rêya mizakereyê girtî nîne.
Rûhanî li paytext Tehranê piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî dan û der barê mizakereyên bi Amerîkayê ra nirxandin kirin.
Rûhanî got ku Amerîka îdia dike ku dijminê pergala li Îranê ye lêbelê bi mueyîdeyên xwe dijî gel şer vekiriye û wiha axivî: "Bi van mueyîdeyan rûyê xwe yê rastîn nîşan dan. Daxuyaniyên wan ên ji hev cuda û hevnegirtî di van demên dawîn da yekcar zêde bûn. Helwesta bê tewîz ên gelê Îranê wan mecbûr dihêle ku daxuyaniyên hevnegirtî bidin."
Rûhanî der barê nîqaşên mizakereyê ji nû va yên bi Amerîkayê ra wiha axivî:
"Ji bo me pîvan gotinên wan nîne, çalakiyên wan e. Dema ku mueyîdeyên dijî gelê Îranê danîn aliyekî, girêdayî teahûdên xwe man û vegeriyan ser maseya ku terikandin û wergerandin rêya me (mizakere) ji wan ra girtî nîne."
Rûhanî bangî birêvebiriya Amerîkayê kir û got "Heke hûn pratîkeke cuda nîşan bidin û zilmê deynin aliyekî û vegerin qanûnan, gelê Îranê dê dîsa deriyên xwe ji bo we veke. Ji nû va vekirina deriyan di destê we da ye. Divê hûn bi kirinên xwe nîşan bidin ku hûn naxwazin ku polîtîkayên xwe yên berê bidomînin."