QAHÎRE
Hat ragihandin ku Serokê Koalisyona Muxalif û Hêzên Şoreşger ên Sûriyeyê (KMŞS) Ehmed el-Carba bajarê Îdliba ku li bakurê Sûriyeyê ziyaret kir.
Di daxuyaniya ku li ser malpera KMŞSyê ya fermî hat weşadin de hat ragihandin ku Carba çû bajarê Kensafraya girêdayî Îdlibê û li wir bi fermandarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) re hat bal hev û ji bo miriyan jî serxweşî da wan. Hat ragihandin ku fermandarên ASAyê jî bi Carba re çûn ziyaretê.
Pirê cihên rojhilatê Îdlibê ev sal û nîvek e di destê muxalifan de ye û ji wan deran re dibêjin "herêmên azadkirî". Heta niha gelek rêveberên KMŞSyê ew derana ziyaret kirin.