KABÛL
Li Efganistanê di operasyonên ku nav 24 saetan de li dijî endamên Talîbanê hatin kirin de 13 milîtan mirin û 5 jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Efganistanê operasyonên li dijî Talîban li wilayetên Kûnar, Lagman, Sarîpûl, Zabûl, Wardak, Paktiya û Helmandê hatin kirin û 4 milîtan jî hatin girtin.
Wezaretê diyar kir ku di operasyonan de gelek çek û teqemenî hatin bidestxistin û 16 bombeyên ku li wilayetên wek Nangarhar, Qandahar, Ûrûzgan û Paktîkayê di keviyên rê de hatibûn bicihkirin jî hatin îmhakirin.
Duh êvarê jî li Sarkanoya navçeya bajarê Kûnarê di pevçûna navbera leşkerên Efgan û Talîbanê de, 9 milîtan hatibûn kuştin.