Önder Beyter
12 Îlon 2017•Rojanekirin: 13 Îlon 2017
MOSKOVA
Şêwirmendê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn yê di warê hevkariya leşkerî-teknîkî da Vladîmîr Kojîn ragihand ku di navbera Rûsya û Tirkiyeyê da peymana sewqkirina pergalên fuzeya S-400ê hat îmzekirin û herwiha peyman ji bo bicihanînê tê amadekirin.
Kojîn di hevpeyvîna xwe ya ligel ajansa TASSê da der heqê sewqiyata pergalên fuzeya S-400ê ku di navbera Rûsya û Tirkiyeyê da gotûbêj didomin da daxuyanî da.
Kojîn wiha got, "Peyman hat îmzekirin, ji bo bicihanînê tê amadekirin. Hûn jî dizanin, S-400 yek ji wan pergalên herî tevlihev e ku ji amûrên herî kompleks pêk tê. Ji ber hindê di vir da gelek nuans hene."
Kojîn bal kişand ku hemû biryarên peymanê, li gorî berjewendiyên stratejîk ên herdu welatan e û wiha got, "Ji ber hindê em berteka hin welatên rojava yên ku zextê li Tirkiyeyê dikin, fêm dikin."
Kojîn got ku gelek welat seba van pergalan di dorê da ne.