Sevim Hatun
12 Îlon 2017•Rojanekirin: 12 Îlon 2017
BEXDA
Meclisa Iraqê, bi dengdayinê "referanduma serxwebûnê" ya wê rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di 25ê îlonê de bike, red kir.
Ji parlementerên Koalisyona Şiî ya Neteweyî Elî Safî ji nûçegihanê AAyê re wiha daxuyand: "Meclisê, referanduma Kurdistana Iraqê bi pirdengiyê red kir."
Safî got ku parlementerên kurd ên ku li hemberî biryarê bûn jî rûniştina li meclisê terikandin.
168 parlementer beşdarî rûniştina li meclisa ku ji 328 kursiyan pêk tê bûn.
Serokê HKIyê Mesûd Barzanî di civîna 7ê hezîranê bi siyasetmedaran re kiribû de îlan kiribû ku wê di 25ê îlona 2017an de referanduma serxwebûnê were kirin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî piştî daxuyaniya Barzanî wiha gotibû, "Ev li dijî destûra bingehîn e, em ê encamê qebûl nekin."