Abdullah Tel
28 Hezîran 2018•Rojanekirin: 29 Hezîran 2018
MOSKOVA
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku di çend rojên dawîn da 13 balafir, 14 helîkoptêr û hezar û 140 eskerên Rûsyayê ji Sûriyeyê vekişîn.
Pûtîn di merasima bi mebesta mezûnbûna xwendekarên eskeriyê ku li Kremlînê hat organîzekirin da axivî û diyar kir ku yekîneyên eskerî yên Ûris tevlî amûrên xwe ji Sûriyeyê vekişîn. Pûtîn bibîr xist ku par piştî serdana wî ya baregeha eskerî ya Hmeymimê Rûsyayê ji Sûriyeyê dest bi kişandina yekîneyên eskerê xwe kiribû û wiha pê da çû: "Di van çend rojên dawîn da 13 balafir, 14 helîkoter û hezar û 140 esker hatin vekişandin. Ev kesên hanê hemû xwedî tecrubeya şer bûn."
Di axaftina xwe da Pûtîn ji xwendekarên mezûn bûn ra got ku lazime ew ji tecrûbeya eskerên ji Sûriyeyê vegeriyane îstifade bikin.