Fatih Gazioğlu
20 Mijdar 2019•Rojanekirin: 20 Mijdar 2019
Hat ragihandin artêşa Îsraîlê li Sûriyeyê bi balafirên şer êrîşî hedefên eskerî yên Îranê û rejima Sûriyeyê kir.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avîchay Adraee li ser hesaba xwe yê medyaya civakî parvekirinek kir û got ku balafirên şer yên Îsraîlê bi şev gelek hedefên Qudsa hêzên girêdayî Mihafizên Şoreşa Îranê yên li Sûriyeyeyê û hedefên rejimê xistin.
Adraee got ku di êrîşê de gelek rampeyên fuzeyên, baregehên eskerî û depoyên çekan hatin îmhekirin.
Li gor nûçeya SANAya ajansa Sûriyeyê ya fermî hat gotin Îsraîlê bi moşekan va ji bejahiyê û esman êrîşî herêmên nêzî Şamê kir, lê sîstemên parastina esmanî ya Sûriyeyê rê li ber êrîşê girtiye û gelek moşek hatine îmhekirin.
Di nûçeyê da hat gotin xebatên ji bo tespîta xisarê li herêmê tên kirin didomin.
Artêşa Îsraîlê duh êvarê daxuyanî dabû û gotibû ji Sûriyeyê ber bi Girên Golanê va 4 moşek hatine avêtin, lê sîstema parastina esmanî moşek îmhe kiriye.