22 Nîsan 2020•Rojanekirin: 22 Nîsan 2020
ANKARA (AA) - Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku bi xebatên îqnakirinê yên Midûriya Giştî ya Ewlehiyê terorîstekî ku 8 sal bû di kadroya çiyê ya rêxistina terorê da bû li Mêrdînê teslîm bû.
Li gor daxuyaniya wezaretê bi xebatên îqnakirinê yên ku Wezareta Karên Navxweyî, emniyet û hêmanên cendirmeyan bi piştgiriya malbatan didomînin da li rêxistina terorê ya dabeşkar belavbûn didome.
Mensûbê rêxistina terorê yê bi navê H.A ku 8 sal bû di kadroya çiyê ya rêxistinê da bû bi xebatên îqnakirinê ya Midûriya Giştî ya Ewlehiyê berêvarê li Nisêbîna navçeya Mêrdînê teslîmê hêzên ewlehiyê bû.
Îsal jimara terorîstên ku tenê bi rêya îqnakirinê teslîm bûn derket 72yan.
Di vê navberê da li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin H.Ayê mensûbê rêxistina terorê di îfadeya xwe da behs kir ku rewşa li Sûriyeyê gelekî xirab e û got ku "Ji ber şewbê gelek mensûbên rêxistinê nexweş ketin. Li kesên nexweş dikevin ferz dikin ku çalakiyên xwekujiyê bikin. Gelek hevalên min ên ku wekî min dixwazin birevin hene. Hevalên ku ji vir dengê min dibihîzin heke dixwazin bijîn bila demildest birevin."
Ji aliyê din va ji Sûriyeyê xeberên ku mensûbê rêxistina terorê yê ku teslîm bûye piştrast dike tên. Li gor agahiyên tên li Sûriyeyê li herêmên bin kontrola rêxistinê da şewb ji kontrolê derketiye, gel nikare bigihêje derman û tedawiyê, heke firsendê bibînin gelek mensûbên rêxistinê yên ku dê hewl bidin ku birevin Tirkiyeyê hene.