Elif Orhan
03 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2015
Li Sêrtê du terorîstên ku amadehiya çalakiyê dikirin hatin kuştin, yek jî bi birîndarî hat girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn li ser îxbara mensûbên rêxistina terorê li sînorê gundê Koprubaşiyê di nav amadehiya çalakiyê de ne, operasyon hat kirin.
Li herêma ku hêzên ewlehiyê operasyon kirin de bi terorîstan re ketin nav pevçûnê. Di pevçûnê de 2 terorîst hatin kuştin terorîstek jî bi çekên xwe re bi birîndarî hatin girtin.
Di operasyonê de peywirdarekî ewlehiyê tehl bû.