Önder Beyter
30 Gulan 2018•Rojanekirin: 31 Gulan 2018
ANKARA
Li gorî plana Minbicê ku tê pêşbînîkirin Tirkiye û Amerîka wê ji 4ê hezîranê şûnda bisepînin, terorîstên ku xwe li rojavayê Çemê Feratê bi cih kirine, wê ji herêmê derkevin.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji çavkaniyên ku beşdarî civînê bûn wergirt, Amerîka û Tirkiyeyê ji bo ku rêxistina terorê YPG/PKK ji Minbica ku dagir kiriye derkeve, bi awayekî teknîkî li hevdu kirin.
Lêbelê lihevkirin wê di hevdîtina Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo de ku di 4ê hezîranê da li Washingtonê were ragihandin.
Çavkaniyên xeberê diyar kirin ku muhtemel e hin hûrgiliyên peymanê di civîna Washingtonê de biguherin lêbelê dê esasên bingehîn werin parastin.
Li gorî vê, heger di 4ê hezîranê da îmzeyên dawîn ên lihevkirinê bên avêtin, unsûrên YPG/PKKyê wê li gor bernameya were diyarkirin ji Minbicê derkevin.
Di vê navberê da li gorî agahiya ku AAyê ji çavkaniyên îstixbarata Tirkiyeyê wergirt, serkirdeyên rêxistinê ji Minbincê derketin. Serkirdeyên ku ji Minbicê derketin, çûn Kobanî û Eyn Îsaya li rojhilatê Çemê Feratê.
- Qonaxa duyemîn û sêyemîn
Li gorî qonaxa duyemîn a lihevkirina Minbicê, unsûrên eskerî û îstixbarî yên Tirk û Amerîkayî wê li navçeyê dest bi kontrola hevbeş bikin.
Li gorî qonaxa sêyemîn a lihevkirina Minbicê, wê rêveberiya ku ji xelkê Minbicê pêk tê, were damezirandin.
Meclisa eskerî û meclisa herêmî yên navçeyê wê li gorî rêjeya nifûsa nijadan were damezirandin.
Deqa lihevkirinê wê hefteya pêşiya me li Washington DCyê di civîna wezîran da bi awayê xwe yê dawîn were amadekirin.