Abdullah Tel
30 Gulan 2018•Rojanekirin: 31 Gulan 2018
ÎDLIB
Li Îdliba bajarê Sûriyeyê milet xwarinên xwe li ser bîyoxaza ku ji rêx û bişkulan temîn dikin, dipêjînin.
Ji ber şerê navxweyî yê ku ev 7 sal e li Sûriyeyê dewam dike bihayê her tiştî zêde bûye û di ser da jî temînkirina gelek tiştan jî bi zehmet e.
Saziyeke alîkariyê ya herêmî jî ji bo ku şêniyên li gundê Psîdayê dijîn û nikarin tupên mitbexê bikirin, rêyeke din ji bo wan kir rewacê.
Gundî bîrên ku qebareya wan 10 metrekupe bi rêx û bişkulên heywanên xwe va tijî dikin û paşê jî bi qasî 5 metrekup avê berî ser didin. Piştî demeke kurt di hundirê bîrê da xaza metanê (bîyoxaz) derdikeve. Şêniyên gund vê xazê ji ser boriyan dikşînin mitbexa mala xwe û bi ocaxa xwe va girêdidin. Gundiyên ku berê xwarinên xwe li ser tupan çêdikirin niha bi saya vê projeyê ji mesrefê tupan jî xilas bûne.
Projeya bîyoxazê niha li gundê Psîdaya ser Îdlibê ji hêla 500 malbatî va tê emilandin û bi saya "Bîrên Xazê" va gundî niha pere nadin xaz û tupên mitbexê.
- Bişkulên du mêşinan têrî ocaxekî dike
Ji şêniyên gund Xalit Hesen daxuyanî da nûççegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo ocax pêbikeve bişkulê du mêşinan têr dikin û wiha pê da çû: "Niha tupekî ji bo mitbexê di navbera 8 hezar û 120 hezar lireyê (bi pereyê Tirkiyeyê 80-120 lire) Sûriyeyê ye. Ji ber ku tu dahateke me tuneye em nikarin perê vê bidin. Bi saya vê projeyê em xaza xwe belaş temîn dikin."
Hîlal Salîm a ku li gund dijî jî got ku wan berê êzing, naylon, sergîn dişewitand û li serê xwarina xwe çêdikirin û wiha dewam kir: "Berê karê me pir zehmet bû. Ji bo kirîna tupê ji xwe qeweta me tunebû. Bîrên xazê gelek baş bûn. Em piçek avê berî ser rêx û bişkulan didin û jê xazê temîn dikin."
Niha li gundê Psîdayê bi qasî 110 bîrên xazê hene û midûrê projeyê Eymen Şerteh destnîşan kir ku bi armanca gundî bikaribin ji heqê xwe bên der ev proje dan destpêkirin û wiha dewam kir: "Niha jî li gundên Maretmater û Tecemmu Babolînê jî 140 bîr tên çêkirin."